المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Bi boneya 150 î saliya Jidayikbûna wî , Peykerê Xandî li Hewlêrê hat danîn ..

0 67

Îro Roja Sêşemê 17 Êlûna 2019an

Li parka Samî Ebd-elrehman li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, Peykerekî Xandî Mezinê Hindistanê hat danîn ,

Ev yek bi beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Jiderve yê Hindistanê FÎRMAFALÎ DIHARAN .

rêwresmên vê boneyê ya 150î saliya hidayikbûna Xanid hat kirin bi amadebûna hejmarek mezin ji berpirsên Herêma Kurdistanê û parêzgehê Hewlêrê yê Nû FIRSET SOFÎ û Nûnerên Welatên biyanî .



Di vê derbarê de gotar hatin Xwendinê yek ji wan gotara Wezîrê Hindî ku têde kêfxweşiyê xwe da xuyakirin û got:” ez şanazim ku ez li virim ku beşdar dibin û Perdê ji Peykerê Bavê Neteweyî yê gelê me dirakim, li vî cihê xweş li gel Birêz Nêçîrvan Barzanî, her wiha Spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokê Herêmê dikim ser sanahiyên ku pêşkêşî me kirine , Xandî ne milkê Hindiya tenê bû belku milkê Cîhanê tevî ye “.

Tê zanîn ku Têkiliyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Welatên Dirawsê û beyaniyan pir xweş dibe , û Hindistan yek ji wan Welatên xwedî roleke mezin li Cîhanê û li Parzemîna Asya  , û Xandî yê  Hindistanê pir bi nav û Deng e ku nameya wî her tim Aştî bû , û wrlatê xwe ji Dagirkiriya Birîyarkirin Rizgar kir .

Ragihandina ENKSê

Leave A Reply

Your email address will not be published.