المجلس الوطني الكوردي في سوريا

OFÎSA RAGIHANDINÊ YA ENKSÊ LI BAJARÊ QAMIŞLO CIVÎNEKE FIREH LIDARXIST…

0 83

Îro roja pêncşemê 2ê gulana 2019an de,

ofîsa ragihandinê ya ENKSê,bi beşdarbûna endamên ragihandinê ji herêmên cûda yê bi ser ENKSê ve herwiha bi beşdarbûna berpirsiyarê ofîsa ragihandinê M.BEHCET Şêxo , û destaya serokatiya ENKSê jî M.Mihemed Isma’îl û M.Silêman Oso,li bajarê Qamişlo civîneke fireh lidarxistin.

û li ser lîsta kar sekinîn bi rêkûpêk.
Di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Şoreşa rûmet û azadiyê û bi taybet li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan, Piştre M.Behcet Şêxo,bi xêr hatina beşdaran kir,û piştre gotin da serokatiya ENKSê M.Mihemed Isma’îl û M.Silêman Oso.Herwiha mamoste Mihemed Isma’îl,kêf xweşiya xwe da xuyakirin ji ber kar û xebata endamên ofîsa ragihandinê û tekez kir li ser pêşketina hemû aliyên ragihandinê ji ber vê yekê pêwîstî bi perwerdaya berdewam  heye, di der babetên  ragihandinê de, Herwiha M.Mihemed Isma’îl,li ser rewşa siyasî û bi taybet li ser bûyerên herî dawî rawestiya û şirovekir .

Ji rexê xwe ve  M.Silêman Oso jî, axifî û anî ziman di der barê ragihandinê de û got: ” ragihandin jiyana kar û xebata ENKSê ye, ku  ne ji ragihandinê be ,  wê  dengê ENKSê kêm be”

Oso berdewam kir û got :”  ji bo vê yekê divê em li sre xalên lawaz rawistin û em çareser bikin,bi awayekî serkeftî”.

Û di dawî de hemû endamên beşdar nerînên xwe dan xuakirin, ji bo pêşketina ofîsa ragihandinê ya ENKSê.

Ragihandina ENKS ê

Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.