المجلس الوطني الكوردي في سوريا

1ê GULANÊ VÎNA KARKERÊ ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DIYAR DIKE.

0 85

tê naskirin ,her sal  ku yekê gulanê cejna karkerê Cîhanî ye, Di yekê gulanê de bi melyonan karker û xebatkerê cîhanê  vê rojê vedijînin bi ahingên cûda, Herwiha ev roj bûye sumbola karkerê cîhanî , ji bo mafên wan, Lê belê wek Kurdên rojavayê Kurdistanê,ji destpêka kirîza Sûriya di rewşek pir zahmet û dijwar de derbas bûne,û hemû astengiyên jiyanê jî dîtine, Lê diyar dike xwedî vînek pir xurt in .

Ji ber ku hemû helkeftên xwe û boneyên xwe  vedijîn in , Weke 1ê gulanê bi helkefta cejna karkerê cîhanî,kurdên rojavayê Kurdistanê ji herêma bajarên Dirbêsiyê,Tel temir û Ebû Rasên û gundewarê wan jî vê sibê bi mamosteyên xwe derketine geştê, li ser besta gundê Kerêma vê cejnê vedijînin bi awayekî ahingî.Herwiha di der barê vê roja pîroz de, nûçegihanê li gel  hin kesayetên ku ahing bi cejna karkerê cîhanî dikirin hevdîtin kir .
Kesek bi navê ” Kadar Dawid” , ji me  re axifî û anî ziman derbarê vê rojê :”Ez vê rojê li hemû karkerê cîhanî pîroz dikim,”.

Herwiha Dawid anî ziman û got :” hêviya min sala bê gelê kurd û bi taybet karkerên wê bigihin mafên xwe bi kêf û xweşî be.”

Herwiha jinek bi navê ” Semîra Hecî Mihemed” ,ji peyamnêrê me re axifî û anî ziman di der barê vê rojê de:”Em gelekî kêfxweş in bi vê rojê, Ji ber ku em kesên karker pir pîroz dibînin , Û em vê rojê li hemû karkerê cîhanî pîroz dikin.”

Herwiha kesek  bi navê ”  Mesûd  Mecdel ” ku ew jî li ahingê bû ji me re axifî û got :”Ez vê rojê li hemû karkerê cîhanî pîroz dikim, û derketina gelê me bi vî awayî,ev tê wateya gelê kurd xwedî vînek xurt e,û çendî  estengî bi ser wan de werin jî ti alî nikarin vîna gelê Kurd bişkîne”.

Herwiha jî serokê xwecihiya Ebû Rasên ya bi ser ENKS ê ve birêz “Mihemed Beşîr”

ji peyamnêrê me re axifî di der barê vê roja pîroz de:”Cîhan bi giştî zane ku yekê gulanê cejna karkerê Cîhanî ye, Em vê roja li hemû karkerê cîhanê  pîroz dikin,û bi taybet karkerên Kurdistanê”

Herwiha Beşîr berdewam kir û anî ziman:” Ez di vê roja pîroz de bang dikim hemû partiyên kurdî ku li netewa xwe xwedî derkevin,û pêwistiya me bi yek rêziya Kurdî heye,di vê qûnaxê de, Ji ber ku em yek bin, emê xwedî par bin di Sûriya nû de” .

Ragihandina ENKS ê

ELÎ Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.