المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ofîsa ragihandinê ya ENKS ê civîna xwe li dar xist

0 75

Îro roja înê” 17″ ê, tîrmeha, “2020 ” an, ofîsa ragihandê ya ENKS ê, li baregeha encûmenê li bajarê Qamişlo civîna xwe ya yasayî li dar xistin, û ev yek bi amadebûna M,Siûd Elmela, serokê encûmena niştîmanî kurdî li sûriyê, û M,Behcet Şêxo, berpirsê ofîsa ragihandinê, û herwiha M,Rêberê Seyda, rêveberê giştî ya malpera ENKS ê, û bi hazirbûna endamên ragihandê ji herêmên cûda yê bi ser ENKS ê ve..

 

Û Di destpêkê de M,Behcet Şêxo, bi xêr hatina hemû endaman kir, û piştre xulekek bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

 

 

Û herwiha piştre civat li ser xalên giring di warê pêşketina ragihandê de baş rawestiyan.

 

Û herwiha M,”Siûd Elmela “, serokê encûmena niştîmanî kurdî li sûriyê, di civînê de bi giştî li ser bûyer û pêşveçûnên dawî li Kurdistana sûriyê qewimîye axivî , û herwiha li ser giringiya rola ragihandê di xuyakirina rol û kar û xebatên encûmena niştîmanî kurdî de.

 

Û herwiha M,”Behcet Şêxo”, berpirsê ofîsa ragihandinê, di civînê de axivî li ser giringiya rola ragihandê û pêwîstiya pêşketina karê wê di rojên bê de bi taybet di vê qonaxa hestiyar ku gelê me têde derbas dibe .

 

Û Di dawiya civatê de hemû endaman pirs û nerîn û pêşinyarên xwe bi azadî dan xuyakirin û bersiva wan jî hate kirin.

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.