المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo : Silêman Oso semînareke siyasî bi rê ve bir

0 65

Îro roja înê “17” ê, tîrmeha” 2020 ” an, encûmenên xwecihî yên bajarê Qamişlo, semînarek siyasî û cemawerî li ofîsa PDK-S ê, li dar xist, û ev yek M, “Silêman Oso “, endamê desteya seroketiya ENKS ê wê bi rê ve bir , û bi hazirbûna hejmarek ji welatiyan, û endamên xwecihiyan û herwiha Partiyên Siyasî û rêxistinên sivîl.

 

Û Di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Berzaniyê nemir.

 

Û herwiha derbarê naveroka vê semînarê de M,”Silêman Oso ” : li ser rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê û alozî û zehmetiyên ku têde jiyan dikin axivî ji destpêka kirîza sûriyê û ta niha, û herwiha “Oso ” berdewam kir li ser daxuyaniya hevbeş û danûstandinên aliyên kurdî di navbera encûmena niştîmanî ENKS ê û partiyên yekîtiya niştîmanî kurdî, ku di qonaxa yekem de gihiştina me ji bo nerîneke siyasî hevbeş bi hev re, di bin çavdêriya Emerîkî de û bi piştevanî û piştgiriya serok Mesûd Berzanî, û herwiha dîyar kir ku di demeke nêzîk de qonaxa duyem wê dest pêbike.

 

Û herwiha Oso berdewam kir li ser mijara binpêkirina mafên gelê kurd li Efrînê û Girê Sipî û Serê Kaniyê û herwiha hewldanên ENKS ê derbarê derketina çekdaran ji navçeyên wan û vegerandina koçberan li see milk û malên xwe bi awayekî aramî û aştiyane.

Û ji rexekî dî ve” Oso ” berdewam kir li ser rewşa aborî ya zehmet ku herêmên kurdî û sûriyê bi giştî têde derbas dibe derbarî cîbiçîkirina yasaya Sîzer û bandora wê neyînî li ser gel de.

 

 

Û herwiha di dawiyê semînarê de beşdaran pirsên xwe diyarkirin û ji aliyê M, “Silêman Oso”, ve bersiva wan hate kirin.

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport : Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.