المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ofîsa Jinê û Zarokan Serdana Desteya Serokatiya ENKSê kir…

0 123

Di roja dûşemê” 5″ ê,sibata “2021”, ofîsa Jin û zarokan ya bi ser ENKSÊ ve serdana desteya seroketiya ENKS ê li ofîsa encûmenê ya li bajarê Qamişlo kirin, û ji aliyê endamên desteya serokatiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Û herwiha di derbarî vê hevdîtinê de bi giştî li ser rewşa siyasî ya sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li Kurdistana sûriyê hate gengeşekirin.

Û ji aliyekî dî ve anîn ziman li ser danûstandin û hevdîtinên têne kirin di navbera aliyên kurdî de derbarî yekrêzî û yekhelwesta kurdî de..

Û ji rexekî dî ve têde li ser helkeftinên meha Adarê û beşdarbûna ofîsa jinê di hemû çalakiyan de anîn ziman, û taybetî roja Jinê  ya cîhanî “8” adarê û li darxistina wê şîrovekirin..

Û herwiha di vê hevdîtinê desteya seroketiyê tekez kir li ser giringiya rola Jinê di encûmenê de û herwiha Spasiya berdewamiya kar û xebata wê kirin taybet di vê qonaxa hestiyar de ya ku têde derbas dibin li Kurdistana sûriyê.

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.