المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ofîsa Jin û zarokan ya bi ser ENKS ê ve, li ofîsa xwe ya li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî lidarxist..

0 105

Di roja dûşemê “8” ê, sibata, “2021”, ofîsa Jin û zarokan ya bi ser ENKS ê ve, li ofîsa xwe ya li bajarê Qamişlo civîna xwe ya asayî li darxist, û ev yek bi amadebûna piraniya Endaman.

Û Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha di derbarî naveroka vê civînê de M”,Ariya Cûma ” endama serkirdayeta Yekîtiya Jinên kurdistana sûriyê, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

“Îro” 5″ sibatê ,li ofîsa Jin û zarokan civîna me ya asayî hat li darxistin û têde li ser rewşa rêxistinî û siyasî rawestiyan û xalên giring derbarî pêşketina ofîsa jinê bi giştî hate şîrovekirin .

Û ji rexekî dî ve M,”Cûma ” berdewam kir ku di civînê de li ser lidarxistina çalakî û helkeftên meha Adarê baş rawestiyan û gengeşekirin .

Û di dawiya civatê de hemû endamên beşdar nerîn û pêşinyarên xwe diyarkirin ji bo pêşketina karê ofîsa Jinê.

 

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.