المجلس الوطني الكوردي في سوريا

OFÎSA JINÊ LI DIRBÊSIYÊ ROJA CÎHANÎ YA JINÊ VEJAND..

0 80

Encûmenên xwecehî yên bi ser ENKSê ve,bi giştî roja jina cîhanê vejandin.

Îro piştî danê nîvro di roja Yekşemê 8.3.2020an de,ofîsa jinê ya encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve,roja cîhanî ya jinê li bajarê Dirbêsiyê vejand .

Di destpêkê de,mamosta Hêvî Elmele bi xêr hatina mêvanên xweyî beşdar kir û piştre, xulekek  bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên ciwanan û jinan.

Herwiha gotina bi navê ofîsa Jinê ya encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ji aliyê mamosta

Wezna Osê hat xwendin ,  gotina wê di derbarê rola Jinê û wekheviya wê di avakirina civatê de , Herwiha gotin tekez kir li ser kar û xebata jinê ji bo rakirina zordariyê li ser wê rabe di civakê de.

Herwiha gotina Emindariya giştî ya ENKSê ji aliyê mamoste Idrîs Şêx Xelef serokê xwecihiya Dirbêsiyê hat xwendin , gotin di derbarê giringiya rola Jinê de, ji bo pêşketin û avakirina civakan de û kar û xebata jinê ji destpêka dîrokê mil  bi milê Mêr an  re.

di dawiya helkeftê de,hin sitran û helbest jî hatin xwendin û pêşkêşkirin  di derbarê rola Jinê di jiyanê de.

Wêne ji Helkeftê

Ragihandina ENKSê Dirbêsiyê

Raport : Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.