المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Roja Cîhanî ya Jinê 8ê Adarê li Qamişlo jî hat pîrozkirin ..

0 81

Îro roja Yekşemê” 8 ê “,Avdara “2020 ” an, Ofîsa Jinê ya girêdayî ENKS ê ve, li bajarê Qamişlo bi boneya roja jinê ya cîhanî li pişt yarîgeha Qamişlo ya Serekî  demjimêra 3ê piştî nîvro ahing û şahiyek bi coş û fireh li darxist.

ev yek bi amadebûna rêxistinên jinan û nûnerên partiyên siyasî û encûmena niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîl.
ahing destpêkir bi  xuleke bê deng li ser giyanê pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir û li gel sirûda neteweyî (Ey Reqîb),

Piştre gotina Ofîsa Jin û zarokan ya ENKS ê ji aliyê M,”Gelawîş Kamil”, ve hat xwendin

Û di derbarî vê helkeftinê de “Lava Delî”, endama komîta Herêmî ya rêxistina jinê ya PDKS ê, ji malpera ENKS ê re ragihand û wiha anî ziman :

” Em vê rojê li hemû jinên cîhanê pîrozdikin, weku tê zanîn her sal roja jinê ya cîhanî “8 ê ” Avdarê bi ahing tê vejandin li hemû deveran, weku rêzgirtinekê ji jinê re taybetî jina kurd û rola wê ya berz di Kar û xebatê de,

di hemû warên civakî û çandî de,”.

Û herwiha (Delî), gotina xwe berdewam kir  :” di vê mijarê de, ku di vê qonaxa zehmet ya milet têde derbas dibûb li kurdistana Sûriyê de, jina kurd bandora wê li ser civakê bi tevahî hebû di pêşxistina jinê de û avakirina rêxistin û komeleyên jinan û herwiha di warê civaka sivîl de kardikirin, ji ber ku jina kurd herdem daxwaza wê doza azadî û pêşxistina wê di civaka kurdî de” .

Û herwiha di vê ahing de Helbest û Dîlan û stranên neteweyî ji aliyê koma (Orkêş û Narîn) ve, hatin pêşkêşkirin…

Wêne ji Helkeftê


Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.