المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DESTEYA SEROKATIYA ENKSÊ HEVDÎTINEK BI NÛNERTIYA EWREPA YA ENKSÊ RE LI DARXIST.

0 87

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de,mamoste Mihemed Emîn Omer nûnerê Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriya di nûnertiya ENKSê ya Ewrepa de, ji malpera me ya ENKSê re li ser riya telefonê ji Elmaniya ragihand û anî ziman:

“Desteya serokatiya ENKSê,hevdîtinek berfire bi endamên nûnertiya ENKSê ya Ewrepa re û xwecihiya bakurê Rayin li Elmanya li ser rûpelek civakî ya enternêtê, di roja şemiyê 6.2.2021ê de, li darxist.

Herwiha ji aliyê desteya serokatiya ENKSê mamoste Fêsel Yûsif tevlî civatê bû.

Herwiha civatê destpêkirina bi xêrhatina beşdarbûyan .

Herwiha mamoste Ebdulkerîm Hacî,serokê nûnertiya Ewrepa ya ENKSê axivî li ser armanca vê hevdîtinê û giringiya wê li ser asta siyasî û rêxistinî”.

Herwiha piştre mamoste Fêsel Yûsif endamê desteya serokatiya ENKSê,di destpêkê de,axivî li ser aliyê niştîmanî yê Sûriya li ser civata dawî ya komîta Destûrî li Cinêv ya ku rêjîma Sûrî mijarên pêşkêş dikirin ne di lîsta kar de bûn.

Herwiha mamoste Fêsel Yûsif axivî li ser kaxeza erênî ya ku hatibû pêşkêş kirin ji aliyê mamoste Kamîran Haco nûnerê ENKSê û giringiya wê di komîta Destûrî de.
Û têgihên ENKSê bi nûnerên Emrîka û welatên Ewropa re di derbarê doza kurdî de li Sûriya”.

Herwiha Omer got jî:

“M.Fêsel Yûsif di derbarê danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de,tekez kir li ser giringiya berdewamiya wê piştî rakirina ew tiştên neyinî ew karên xerab û êrîşkirinên ofîsên ENKSê û berdewamiya binçavkirinan û ragihandinên xerab li ser sumbolên kurdî ji aliyê hin berpirsiyarên PYDê,û pêwîste ku ev karên ku danûsitendinan disekinînin bên sekinandin.
Û tekezbû li ser rola serok Masûd Barzanî li ser piştgirtiya yekhelwesta Kurdî ji bo xizmeta dosaya gelê kurd.
،

Herwiha mamoste Fêsel Yûsif,diyar kir li ser giringiya libervebûna hemû aliyên opozisyonê û pêxistina rola Eniya Aştî û Azadî û firebûna bingeha wê”.

Herwiha Omer got jî:

“Hemû mijarên hatibûn şirovekirin.hatin gengeşekirin û pirsdan hatin li ser kirin ji aliyê hemû endamên tevlî civatê bûn.

Herwiha di dawî de,mamoste Fêsel Yûsif razîbûna xwe bi giştî da xuyakirin li ser vê hevdîtinê,û tekez kir li ser berdewamiya hevdîtina bi hemû xwecihiyên ENKSê re yên li Ewropa û bi kesayetên rewşenbîr û siyasî ji bo zanîn li ser siyaseta ENKSê û sûdê ji nerînên wan”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.