المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ofîsa Çand û Ragihandinê ya PDK-s Korseke Taybet û Cuda vekir li Qamişlo …

0 85

Dî roja îna bûrî de 2 cotmeha 2020

ofîsa çand û ragihandinê ya PDK-s

, û bi alîkariya rêxistina jinê, çalakiyek hate li darxistin ew jî vekirina xulek bi navê  (Bernametiya zimanî ya damarkirî) li ofîsa PDK-s ya rojhilatî Qamişlo û ev yek bi serpirştiya M,”Lava Delî “, endama komîta Herêmî ya PDK-S ê û herwiha berpirsa rêxistina jinê ya Rojhilatî Qamişlo.

û herwiha ev xul ji aliyê M,”Şikrî Yûsif ” ve , wê were pêşkêş kirin, rahênerê bawerpêkirî ji aliyê yekîtiya cîhanî ya rahênerên bernametiya zimanî ya damarkirî ..

Û herwiha di derbarî vê yekê de M,”Şikrî Yûsif “, ji malpera ENKS ê re ragihand û anî ziman:

” Di 2ê ,cotmehê, roja yekem bû ji destpêkirina vê xuleyê ku di dema heftiyekê wê berdewam bê” .
Û herwiha Yûsif  ,berdewam kir û ser armanca ji vekirina van xuleyan :

” ji ber tevger û çanda mirov li hemberî pêşketin û geşedanê wan pêşve bibin û agahiyên bêhtir li gel we zêde bikin”..

Û ji rexekî dî ve” Yûsif ” amaje pê kir ku di pêşkêşkirin û vekirina korseyên bi vî rengî de her berdewamin taybetî di vê qonaxa hestiyar de ku milet têde derbas dibin û bandorê li ser derûniya wan dike ,me xwest bi rêya korsan alîkariya mirovan bikin de ku di Jiyana xwe de serkeftin û destkeftiyên zêdetir bi dest bixin”…

Û di dawiyê de hemû beşdarên hazir pirsên xwe diyarkirin û aliyê M, “Şikrî Yûsif ve ” bersiva wan bi şeweyekî zelal hate bersivdan  ..

Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.