المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ : ENCÛMENA XWECIHÎ YA ROJAVAYÊ HESEKÊ YA BI SER ENKSÊ VE,CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LIDARXIS..

0 63

Di roja Şemiyê 3.10.2020an de,encûmena xwecihî ya rojavayê Hesekê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî li darxistin.

Di destpêkê de, xulekek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê namir rawestiyan.

Herwiha civatê lîsta kar gengeşekirin,di derbarê wê de,civat rawestiya li ser rewşa rêxistinî û bûyerên herî dawî yên nû û rewşa siyasî û danûsitendinên Kurdî -kurdî.

Di derbarê naveroka civatê de,serokê xwecihiya rojavayê Hesekê mamoste Xelef Emînakê ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Civat ya asayî bû ,me gelek mijar gengeşekirin,Wek rewşa rêxistinî, Tekez bû li ser Pabendbûna hemû endamên li ser beşdarbûna civatên xwecihiyê.
Herwih li ser rewşa xwecihiyê baş hat şirovekirin , Û hin pêşînyar jî hatin sitendin  , di der barê pêşketina xwecihiyê de”.

Herwiha mamoste Xelef got”

:Xwecihî rawestiya li ser bûyerên nû yên siyasî bi taybet danûsitendinên Kurdî – Kurdî di derbarê wê jî de endamên xwecihiyê tekezkirin li ser giringiya danûsitendinan ji bo bighên rêkeftinek giştî ,

Di derbarê vê yekê de jî civatê bi erênî li van danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de nerin û tekezî bû li ser bilezkirina têgihiştina hemû doseyan ji bo xizmeta gelê kurd li Sûriya”.

Ragihandina ENKSê
Rapor : Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.