المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BI VÎNEKE BIHÊZ ENCÛMENA XWECIHÎ YA BAJARÊ SERÊ KANIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE CIVÎNA XWE YA ASAYÎ LI DARXIST…

0 88

Wek tê zanîn piştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve,bi ser bajarê Serê Kaniyê di 9.10.2019an de,xelkên Serê Kaniyê bi giştî koçberbûn ji ber binpêkirinên komên Çekdar yên bi ser Tirkiya ve,bi serê nişteçiyên bajar Serê Kaniyê tanîn.

Endamên encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê jî bi giştî koçber û penaber bûn û demeke dirêj karê wan yê rêxistinî rawestiya.

Lê bi vîna xurt û bihêz  di roja şemiyê 3.10.2020an de encûmena xwecihî ya bajarê Serê kaniyê li ofîsa xwecihiya bajarê Amûdê civîna xwe ya asayî bi rêveberiya mamoste Îsa Hac Taha hat li darxistin.

Di derbarê vê yekê de,endamê xwecihiya bajarê Serê Kaniyê mamoste Îsa Hac Taha ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Hûn di zanin rewşa Serê Kaniyê pîştî êrîşkirina Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve , bi giştî xelkên wê koçber û penaber bûn û em jî wek endamên xwecihiya bajarê Serê Kaniyê em bi giştî koçber û penaber bûn,

ji ber vê yekê karê me yî rêxistinî demekê rawestiya,lê dîsa me xwe da ser hev û em karê xwe yê rêxistinî berdewam dikin”.

Herwiha Hac Taha got:

“Me wek xwecihiya bajarê Serê Kaniyê  li ofîsa xwecihiya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve civîna xwe ya asayî li darxist ,

Di destpêkê de me Xulek bê deng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan rawestiyan û piştre mijarên giring me gengeşe kir.

Herwiha civatê rewşa rêxistinî ya xwecihiyê baş gengeşe kirin û tekez kirin li ser pêşketin û ferehbûna karê xwecihiyê”.

Herwiha mamoste Îsa Hac Taha got:

“Civatê bangewezî kir li hemû xelkên bajar û bajarok û deverên ku penaberên Serê Kaniyê lê bi cih bûne,ku alîkariya wan bikin ji aliyê xizmetkariyê bi taybet kiriya xaniyan û dikanan divê bi nirxê kêm bidin wan ta karibin jiyana xwe berdewam bikin û herwiha civatê bangeweziya rêxistin û komelên xêrxwaziyê jî kirin ta alîkariya penaberên Serê Kaniyê û bi taybet alîkariya malbatên xizan û belengaz bikin”.

Herwiha Hac Taha got:

” Civatê hemû bûyerên herî dawî yên siyasî anî ziman û bi taybet danûsitendinên Kurdî yên tên kirin di navbera ENKSê û PYNKê de ya ku armanc jê yekrêzî û yekhelwesta Kurdî li Sûriya.
Herwiha xwecihî di derbarê wê de,rawestiya li ser giringiya serdana şanderê Emrîkî yê taybet ji bo karûbarê Sûriya birêz Cêms Cêvrî li herêma Kurdî û hevdîtina wî bi her du şandên ENKSê û PYNKê re”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.