Home / Nûçe / Ofîsa çand û ragihandinê û ofîsa çalakiyan a rêxistina rojhilatî Qamişlo ya PDK-Sê civîna xwe li dar xistin ..

Ofîsa çand û ragihandinê û ofîsa çalakiyan a rêxistina rojhilatî Qamişlo ya PDK-Sê civîna xwe li dar xistin ..

Ofîsa çand û ragihandinê û ofîsa çalakiyan a rêxistina rojhilatî Qamişlo ya bi ser PDK-Sê ve, îro roja şemiyê “5”ê pûşberê , civîna xwe ya asayî li dar xist, bi beşdarbûna berpirs û endamên ofîsê..

Û herwiha di vê civatê de bi awayekî berfireh xalên girêdayî rewşa ofîsa çand û ragihandinê û herwiha ofîsa çalakiyan de rawestiyan .

Û her di vê civînê de axifîn li ser berdewamiya lidarxistina çalakiyan piştî ku di demekê de hatibûn rawestandin ji sedema belavbûna nexweşiya koronayê ..

Û ji alîyekî din ve ser giringiya pêşketina rola ragihandinê di nava partî de gotûbêj kirin…

Û di heman mijarê de endamên beşdar nêrîn û pêşinyarên xwe dan xuyakirin derbarê serkeftina van ofîsan bi taybetî di vê qonaxa hestiyar de ku gelê me li Kurdistana Sûriyê tê de derbas dibe ..

Û hejaya were gotin ku ofîsa çalakiyan û herwiha çand û ragihandinê berdewamiyê li ser kar û xebata xwe di nava partî de dike….


Ragihandina ENKS ê
Raport: Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

HERÊMÊN KURDISTANA SÛRIYÊ TÊN TOPBARAN KIRIN JI ALIYÊ TIRKIYA Û CIVAKA NAVDEWLETÎ BÊDENG DIMÎNE.

Di şeveq û sibeha roja Duşemê 8.8.2022an de,Herêmên Kurdistana Sûrî hatin topbaran kirin ji aliyê …

Leave a Reply

Your email address will not be published.