المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI AMÛDÊ MAMOSTE FATMA SALIH FÊRDANEK BI NAVNÎŞANIYA “JIN Û RAMYARΔ PÊŞKÊŞ KIR.

0 73

Di roja înê ”4ê pûşbera 2021ê” de,M.Fatma Salih nûnera Tevgera Çaksazî ya Kurdî li Sûrî di encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê de,Fêrdanek bi navnîşaniya : JIN  Û RAMYARΠ

li navenda çalakiyan ya PDKSê li Kurdistana Sûrî li bajarê Amûdê pêşkêş kir.

Di derbarê naveroka vê Fêrdanê de,M.Fatma Salih ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Bi rastî PDKSê li navenda xwe ya çalakiyan li bajarê Amûdê,ji bo pêşketina hevalên xwe ji aliyê rewşenbîriyê her hevtiyekê Fêrdanên cûda amede dikin û gotarbêjekî jî vexwendî dikin li ser mijarên cûda”.

Herwiha Salih got jî:

“Gotara min bi navnîşaniya (Jin û ramyarî) bû naveroka wê, di derbarê rola jina Sûrî bi giştî û bi taybet jina Kurd ya Kurdistana Sûrî ji hemû aliyên jiyanê.

Herwiha di gotarê de,giringiya rola jinê di derbarê ramiyariyê(siyasî) û rêveberiyê de,hat diyarkirin”.

Herwiha di dawiya semînarê de beşdaran bi pirsên xwe ev Semînar ev Fêrdan dewlemend kirin, û ji aliyê M, “Fatma Salih ” bersivdana wan hate kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.