المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSÊ PÊŞWAZIYA ŞANDEKE OFÎSA PÊWENDIYÊN DERVE YA PDKÊ KIR. 

0 98

Di roja Yekşemê 24.4.2222’an de, Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li baregeha xwe ya li Hewlerê pêşwaziya şandeke Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Partiya Demokrata Kurdistanê kir.

Şanda Nivîsgeha Pêwendiyan ji:

-Birêz Rizgar Hemîd berpirsê beşê têkeliyên herêmê.

– Birêz Xidir Kerîm Mihemed, berpirsê beşê Rêxistinên Navdewletî pêk hatibû.

 

Herwiha şande bi germî ji aliyê birêz: (Dr. Kawa Azîzî serokê nûneratiyê, Fadil Delî, Barzan Merî, Waîl Omer) endamên nûnertiyê ve, hatin pêşwazîkirin.

Di vê hevdîtinê de,her du aliyan rewşa siyasî ya giştî û Kurdî bi taybetî li ser asta navdewletî û herêmî gotûbêj kirin.

Herwiha Nivîsgeha Têkiliyên PDKê şewitandina ofîsên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û ofîsên partiyên wê ji aliyê PYDê ve şermezar kir.

Herwiha tekezî li ser rewşa penaberên kurdên Sûriyê yên li Herêma Kurdistanê hat kirin û hat destnîşankirin ku bernameyeke hevbeş a xebatê di xizmeta koçberan de bê pêşxistin û ji bo çareserkirina wê jî peywendiyê bi rayedarên pêwendîdar re bê kirin.

Di dawiyê de, her du aliyan tekezî li ser berdewamiya van hevdîtinan kirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.