المجلس الوطني الكوردي في سوريا

XWECIHIYA AMÛDÊ PAKREWANÊN KOMKUJIYA HELEBÇE BIBÎRANÎN.

0 80

Li ser banga ENKSê ji gelê Kurd re li hemû cih û warên xwe dike li ber mal, dukan û kolanan ku 5xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên Helebça rawestin, ku katijmêr yazdehê sibeha di 16ê avdarê de dest pê dike.

Xwecihiya Amûdê ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Amûdê bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û rewşenbîr, û nûnerên partiyên siyasî û kesayetên civaknasî û olî , herwiha bi beşdarbûna rêxistinên jinan û ciwanan û xwendekaran jî.

Herwiha bi beşdarbûna xelkên herêma bajarê Amûdê û gundewarê wê.Di roja Çarşemê 16ê avdarê 2022an de,pakrewanên Komkujiya Helebça bibîranîn û 5xulekên bêdeng li ser giyanên pakrewanên komkujiya Helebça rawestiyan.Û piştre hemû beşdar hatin spaskirin li ser beşdarbûna wan.

Wek tê zanîn di 16ê Adarê de, sî û çaremîn salvegera komkujiya Helebçeya şehîd li Herêma Kurdistana Iraqê,derbas dibe. ku di 16ê Adara 1988an de, ji aliyê rêjîma berê ya Iraqê ve, bi çekên kîmyayî hat bombebarankirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.