المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NISRÎN ÇETO: KAMPANYA PYDê LI DIJÎ YEKÎTÎ KURDISTANÎ PIŞTÎ HEVGIRTINA ME BI GELÊ ME RE TÊ.

0 78

Hin malperên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê ve, kampaniyek li dijî endamên serkirdayetiya Partiya Yekîtî Kurdistaî – Sûriyê belav kirin ji ber helwestên partiyê û hevgirtinê bi êşên gelê kurd re, û daxwaza girtina wan, li ser tawanên derewîn ên bêîstiqrariyê, wek ku wan bi riya malperên xwe yên ku ji bo profesyoneliya medyaya azad tiştek nakin.

Di vê derbarê de, endama Komîteya Siyasî ya Yekîtî Kurdistanî Nisrîn Çeto di daxuyaniyekê de, ji Yekiti Media re ragehand bû ku, ev kampanya xirapkar Sekreterê Partiya Yekîtî Kurdistanî Silêman Oso û endamê komîteya Siyasî Merwan Îdê kir armanc û got: Di pêncê meha Nîsanê de, xwediyên dikanan li bajarê Qamişlo xwepêşandanek li ber navenda şaredariya rêveberiya PYDê li dar xistin û nerazîbûna xwe ji dayîna bacên ku bi pereyên zêde li ser wan hatine sepandin, eşkere kirin, ku PYDê di rewşeke xirab de van kiryarana bi kar tîne, ji ber ku gelê me ji ber têkçûna rewşa aborî, kirîza sotemeniyê ya xeniqîn, dînbûna nirxan û kêmbûna giran a hin madeyên xwarinê wek şekir, nan, rûn, zebeş û yên din, û em dizanin ku herêmên me selika xwarinê ya Sûriyê ye.

Wê herwiha got: Em wek partiyeke piştevaniyê bi gelê xwe re li hember vê siyasetê, daxuyaniyeke hevgirtinê bi xwediyên dikanan re belav kir û piştî çend demjimêran ji belavkirina daxuyaniyê, em matmayî man ku hin malperên ser bi PYDê ve, gef li serkirdeyên Partiya Yekîtî Kurdistanî dixwînin û ev gef ne yekem in li dijî partiya me û Encûmena Niştimanî ya Kurd û her kesê ku siyaseta wan binpê bike.

Herwiha Wê amaje bi wê yekê jî kir, ku berpirsyariya Amerîkiyan e ku kiryarên bi vî rengî rawestînin heya ku ew îdia dikin ku ev navçe di bin bandora wan de ye û piştgiriya wan dike, ji ber vê yekê pêwîst e ku ew dev ji vê siyasetê berdin û binpêkirinên li dijî serokên Encûmenê rawestînin. Van kiryaran bûne sedema zêdebûna koçberiya ji herêmê û xizmeta berjewendiya gelê me yê Kurd nake.

Çeto, di dawiya axaftina xwe de wiha got:”Em wek Partiya Yekîtî Kurdistaî – Sûriye û Encûmena Niştimanî ya Kurd li kêleka gelê xwe ne û bi rêyên aştiyane piştgiriya gelê xwe dikin ku em van siyaset û kiryarên li dijî wan rawestînin”.

 

Hêjayî gotinê ye, ku gelek malper û platformên civakî kampaniyeke hevxemiyê bi endamên serkirdayetiya Partiya Yekîtî Kurdistaî – Sûriyê re li dijî zextên ku li ser wan tên kirin ji ber helwestên partiyê û hevxemiya wê bi êşên gelê kurd li Kurdistana Sûriyê re dest pê kirine. bi weşandina hashtaxek li dijî kiryarên tehrîk û tirsandinê yên PYDê.

 

Jêder Yekiti Media.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.