Roja pêncşemê 12ê Gulana 2022an, bi boneya 28emîn salvegera damezrandina Rêxistina jina kurdî Azad ,ku di salvegera darvekirina lehenga kurd têkoşerê ” Leyla Qasim ” de hatiye damezrandin li ofîsa partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ya Rojavayî Qamişlo semînerk li darxistin..
Û ev yek bi amadebûna kesayetên siyasî, nivîskar û rewşenbîr û şandên rêxistinên jinan û herwiha rêxistinên sivîlan…
Û ev semîner ji aliyê Xanim Boneya Cegerxwîn çîgira serokê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnemavên kurd li Sûriyê ve hat pêşkêşkirin…
Û di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û li ser canê pakrewan Leyla Qasim ” û piştre endama desteya rêvebir a rêxistina Jina Kurdî Azad Xanim” Sewsen Emîn ” bi xêrhatina hemû beşdaran kir …
Û herwiha xanim Sewsen ” bi kurtî behsa rola rêxistinê û kar û xebata hemû endamên wê di pêşketina jina kurd di civakê de û pêşengiya wê mil bi milê mêrê kurd di hemû warên jiyanê de …
Û herwiha Xanim Boneya Cegerxwîn bi awayekî berfireh ser têkoşînên jinên kurd di dîroka siyasî û tevgera netewayî kurdî de ku jin di hemû waran de cihê xwe girtiye û gavên pêşketî avêtiye û di gelek şoreşan de beşdar bûye di qonaxên têkoşîna li dijî dijminan ..
û herwiha li ser jiyan û dîroka şehîda pêşmerge ” Leyla Qasim ” û qehremaniya wê di ber doza azadîxwaziya kurdistanê de anî ziman…
Û herwiha di dawiyê de çend helbest û stran li ser Bûka kurdistanê Leyla Qasim hatin pêşkêşkirin…
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî