المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Nûneratiya Herêma kurdistanê ya ENKSê civîna xwe ya asayî li darxist..

0 60

Nûneratiya Herêma kurdistanê ya bi ser ENKSê ve , roja pêncşemê 3ê Adara 2022an, li bargeha xwe li Hewlêrê civîna xwe ya normal li darxist û ev yek bi amadebûna piraniya endaman.

Û di destpêkê de xulek bê deng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha di vê civînê de beşdaran ser rewşa siyasî, bi giştî li ser asta navdewletî û herêmî û herwiha rewşa kurdan bi taybetî gotûbêjkirin.

Û her di civînê de derbarê rewşa penaberên Sûriyê ku li Herêma kurdistanê dimînin û kêşeyên ku di hemû waran de rûbirûyê wan bûne behis kirin, û herwiha çendîn biryar ji bo çareserkirina wan penaberan li gel aliyên pêwendîdar hatin standin û şopandin.

û herwiha di dawiyê de pilan ji bo çalakiyên neteweyî yên meha Adarê hatin amadekirin û di vê çarçoveyê de hin biryar jî hatin standin.

 

 

Ragihandina ENKS ê

Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.