المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK-Sê pêşwaziya şandek partiya Demoqrata Pêşverû ya kurd kir..

0 70

Duh roja pêncşemê 3ê Adara 2022an, partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya pêşwaziya şandeke ji partiya Demoqrata pêşverû ya kurd li ofîsa xwe li Girgê Legê kir..

Û herwiha ev şanda PDPKê  ji her du endamên komîteya navendî M,Îdrîs Cacan û M,Enes Ebdê ,û hin endamên wê partiyê pêk hat..

Û ji aliyê endamê ofîsa siyasî û berpirsê rêxistina giştî ya PDK-Sê M,EbdulKerîm Mihemed ” û M,Salih Cemîl endamê komîteya navendî û hin endamên vê partiyê ve hatin pêşwazîkirin..

Û di derbarê naveroka vê civînê de her du aliyan bi giştî behsa pêşhateyên dawî yên Siyasî li Rojhilata navîn û cîhanê û bi taybetî rewşa kurdî li Sûriyê kirin , û herwiha ser şerê Ukraniya û bandora li ser herêm û cîhanê gengeşekirin..

Û her di civînê de pewendiyên di navbera her du aliyan de hatin nirxandin û pêşxistina wê ji bo xizmeta berjewendiya gelê kurd li Sûriyê ..

Ji rexekî dî ve her du aliyan di vê hevdîtinê de tekezî kirin li ser giringiya pêşvebirina diyaloga kurdî kurdî ji bo yekrêzî û yekhelwesta kurdî …

Û di dawiya vê hevdîtinê de her du aliyan tekez kirin li ser berdewamiya serdanên bi vî rengî ji bo pêkanîna nêzîkbûna kurdî di navbera hemû aliyên tevgera siyasî ya kurdî li Sûriyê ..

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.