المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kampa Giwêlan.. PDK-Sê salvegera koçbarkirina Barzaniyê nemir vejand..

0 80

Duh roja çarşemê 2ê Adara 2022an, partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya , li kampa Giwêlan, salvegera 43emîn salvegera koçbarkirina Bavê Netewe miletê kurd Mela Mistefa Barzanî li centera rewşen Bedirxan vejand . .

Û ev yek bi amadebûna” Tehsîn Yasîn berpirsê xwecihiya Botan ya PDKê û herwiha hejmarek ji milet û bi hazirbûna kesayetên siyasî û  endam û alîgirên partî û nûnerên Encûmena niştîmanî  . ..

Û Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha semîner ji aliyê ” M,Tehsîn Botan ” berpirsê xwecihiya Botan a PDKê, ku bi awayekî berfireh ser jiyan û dîrok Berzaniyê nemir û xebata wî di tevgera siyasî û kurdî de di ber doz û azadiya mafê gelê kurd anî ziman …

Û herwiha çend helbest ser Barzaniyê nemir ji aliyê helbestvan Qasim Şêxmûs ve hate pêşkêşkirin…

Û herwisa hêja ye were gotin ku di “1” ê Adara sala “1979”an, Mela Mustefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawî kir, û li bajarê ” Şino” yê Rojhilatî Kurdistanê bi axê hat spartin.

Û piştî reparîna Adara sala “1991”an, termê Barzaniyê nemir û kurê wî Idrîs Barzanî ji Rojhilatî Kurdistanê bo herêma kurdistanê cihê jidayîbûna Barzanî hatin veguhastin û li navçeya Barzan bi xakê hatin spartin li sala 1993an .

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.