المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ASAYÎ YA XWECIHIYA SERÊ KANIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE.

0 79

Encûmena xwecihî ya bajarê Serê Kaniyê ya bi ser ENKSê ve, li bajarê Amûdê di roja Yekşemê 2.1.2022an de, civîna xwe ya asayî li ofîsa xwecihiya Amûdê ya ENKSê lidarxist.

 

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.

Û li ser lîsta kar rawestiyan.

Herwiha Civînê bi xwendin û gotûbêj kirina tiştên ku di rapora Ofîsa Karûbarên Encûmenên xwecihî de hatine destnîşan kirin dest pê kir û amadebûyan têbînî û pêşniyarên xwe derbarê mijarê de pêşkêş kirin.

Piştre di civînê de rewşa rêxistinî ya xwecihiyê û bi taybet rewşa koçberên Serê Kaniyê hatin gotûbêj kirin.

Herwiha Ji aliyê siyasî ve, amadebûyan çend mijar gotûbêj kirin, ji wan jî girtina dergehê Sêmalka ku hêleke girîng a xelkê deverê ye û berdewamiya girtina wê dê bibe sedema karesatekê di deverê de.

 

Herwiha beşdaran dît ku baştirîn çareserî ji bo rewşa Kurdan li Kurdistana Sûriyê, yekîtiya gotina siyasî ya hemû aliyên Kurdî, destpêkirina danûstandinên Kurdî, li şûna gef û tundûtûjiyê, bikaranîna zimanê diyalogê û rawestandina hemû binpêkirinan,di derheqê endam û alîgir û ofîsên ENKSê de.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.