المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NIVÎSGEHA JIN Û ZAROKATIYÊ YA ENKSÊ AHENGEK JI BO ZAROKAN LIDARXIST.

0 147

Di roja Yekşemê,26.12.2021ê de, Nivîsgeha Jin û Zarokatiyê ya ENKSê Ahengeke şahî ji bo zarokan bi helkefta Cejna Sersalê li ofîsa Partiya Demokrata Kurdistan li Sûriyê, bi amadebûna zarok û malbatên wan,lidarxist.

Herwiha di şahiyê de ji bo zarokan dîlan hatin pêşkêşkirin û diyarî û şêranî li zarokan hatin belavkirin

Di derbarê vê yekê de,berpirsa Ofîsa Jin û Zarokatiyê Xanim Ariya Guma,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

” Me ev şahî ji bo ku em şad û bextewariyê bixin dilê zarokan,ji ber ku di encama şer û krîzên dawî.
de zarok ji kêf û şahiyê dûr ketine.

Em hêvî dikin ku zarokên me di vê Sersalê de bi aramî û xweşî bijîn” .

Û wê got jî : ” Ez bi helkefta sersala 2022 an li cîhanê pîroz dikim , Hêvîdar im ku ev sal bibe sala aştî û saxlemiyê ji bo gelê me li Kurdistana Sûriyê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.