المجلس الوطني الكوردي في سوريا

OFÎSA JIN Û ZAROKATIYÊ YA BI SER PYK-SÊ VE SEMÎNAREK CIVAKÎ BI NAVNÎŞANEYA(HEVJINA XWE NAS BIKE)LI AMÛDÊ LIDARXIST..

0 91

Li ser vexwendina Nivîsgeha Jin û Zarokatiyê ya Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriyê,di roja Înê 24.12.2021 semînarek civakî bi navê (Hevjîna xwe nas bike) hate lidarxistin.

Herwiha Ev gotar ji aliyê M.Ebdilîlah Ocê ve, hat pêşkêşkirin, tê de behsa xwezaya jin û mêr û tiştên hevbeş ên wan kir, û li ser taybetmendî û reftarên her du zayendan rawestiya.

Herwiha Ocê,behsa mijarên ku jin û mêr hêrs dikin û çawaniya rûbirûbûna pirsgirêkên ku di jiyana zewacê de rû didin, kir û semînar bi mînakên pratîkî yên ji rastiya jiyanê dewlemend kir.

 

Herwiha beşdaran semînar bi midaxele, pirs û pirsên xwe yên giranbuha, ku ji aliyê gotarbêj ve, hatin bersivandin, dewlemend kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.