المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJAVA YA BI SER ENKSÊ VE..

0 122

Encûmena Xwecihî ya Rojava li Hesekê ya bi ser ENKSê ve, di roja Yekşemê, 26.12.2021ê de, li navenda encumena xwecihî civîna xwe ya asayî lidarxist.

Civîn bi xulekek bê deng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

Herwiha lîsta karê civînê ji aliyê serokê xwecihiyê ve, birêz Xelef Emînakî ve, hat pesend kirin û tê de çendîn mijarên rêxistinî û siyasî li ser hemû astên kurdî, sûrî, herêmî û navdewletî hatin gotûbêj kirin.

Û di rewşa rêxistinî de, Serokê Encûmena Xwecihî li ser pêwîstiya pabendbûnê û karkirina li ser kir pesend kir .

Di heman çarçoveyê de çendîn mijar û mijarên xwecihî hatin gengeşekirin, û nerîn ji aliyê hemû endamên encûmena xwecihî ve, hate derbirîn, û helkeftên meha Avdarê hatin gotûbêj kirin, û amade kirin û hevrêz kirin.

ji aliyê herdu encumenên xwecihî yên rojava û rojhilat ên Hesekê yên bi ser ENKSê ve.

Di dawiyê de serokê encûmena xwecihî birêz Xelef Emînakî spasiya hemû endaman kir ji ber hebûna wan, bîr û bawermendî û disîplîn û pabendbûna wan bi biryarên Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.