المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HEWLÊR: ŞANDEKE AJOKARÊN XETA SILÊMANÎ -FÎŞ XABÛR SERDANA NÛNERTIYA ENKSÊ KIRIN.

0 62

Di roja Duşemê 11.4.2022an de, şandeke şofêrên Kurdên Sûriyê yên ku li ser xeta Silêmanî-Fiş Xabûr kar dikin, serdana Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê li Hewlêrê kirin.

Şande ji aliyê endamên nûneratiya encûmenê ve, hat pêşwazîkirin û şanda mêvan behsa êş û azarên xwe yên li ser zehmetiya çûnûhatina bi otomobîlên xwe di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê de kir.

Herwiha Dr. Kawa Azîzî, serokê nûneratiyê jî bixêrhatina şanda mîhvan kir û tekez kir, ku ew dê wek nûneratiyê li pey vê pirsgirêkê bin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li gel dezgehên şareza û sivikkirina vê êş û azarên penaberên kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistanê.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.