المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: ÇÎROKA MIRNA MAMOSTE LEWEND AHMED ELÎ.

0 97

Lewend Ahmed Elî di sala 1988an li bajarê Dirbêsiyê dayîk bûye, ku malbata wî bi navê mala (Xelefê Mele) li herêmê tên nasîn.

Xwendina xwe yî, seretayî, navîn û amadeyî li bajarê Dirbêsiyê bi dawî kirbû .
Xwendina xwe yî, zanîngehê beşê wêjeya zimanê Erebî li zanîngeha Ferat a wêjeyê li bajarê Hesekê bi dawî kirbû .
Piştre li dibistana Yermûk li pajarê Dirbêsiyê karê mamostetiyê kir.

Ji ber kirîza Sûriye û pirsgirêkên lêşgeriyê û rewşa jiyanê li Kurdistana Sûriye sala 2014an bi malbata xwe re berên xwe dan Kurdistana bakur li Turkiya, bi awayekî koçberî.

Di destpêkê de li bajarê Diyarbekir bi cih bûbûn, û piştre diçin bajarê Mêrdînê bi cih dibin, û li zanîngeha Mêrdînê mamostetiyê dike û li wê derê ew û mamosteyekê hev nasdikin û dizewicin û zarokek wî heye û yek bi rê de ye.

Di roja şemiyê 1.8.2020an de, koça dawî kir, û li gundê Tifahiyê yê bi ser bajarê Qizil Tepe hat binaxkirin(veşartin)

Wek tê zanîn, bûye demek dirêj li ser belavkirina, nexweşiya veyrûsa korona li cîhanê, û bi sedema wê bi hezarên mirovinan li gelek deverên Cîhanê jiyan xwe ji dest dan e, û ta niha desteya tenduristiyê ya cîhanî ti dermanekî taybet jê re peyda nekiriye.

Her wiha Kîjan mirovên di vê demê de, jiyana xwe ji dest didin nûçeyên cûda li ser çîroka mirna wan tê weşandin.
Mamoste Lewend Ahmed Elî yek ji kesê ku dema jiyana xwe ji dest da li Kurdistana Bakur nûçeyên cûda li ser sedema mirna wî hatin weşandin li ser rûpelên ragihandina civakî.

Li gorî şopandina nûçegihanê me di derbarê vê yekê de, yek ji xizmên rahmetî “mamoste Lewend Ahmed Elî” , parêzer Mesûd Mihemed Elî kurmamê rahmetî ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman: “Bi rastî agahiyên ku di nav destên me de, wek malbata rahmetî di derbarê çîroka mirna kurmamê me de, mamoste Lewend Ahmed Elî , em dikarin wek heye em bînin ziman.

Her wiha parêze Masûd Elî anî ziman û got:”Li gorî gotina apê min Ahmed bavê rahmetî” mamoste Lewend” berî hevtiyekê Mamoste Lewend li mala xwe, xwîn ji dev û pozê wî herikî û wî rakirin nexweşxaneya Mêrdînê li Kurdistana Turkiya û bavê wî ji me re got berî lê wer bibe gelek caran germahî jî dihat ser laşê wî û digot bihna wî jî carna teng dibû, lê roja me wî bir nexweşxaneya Mêrdîn rêveberiya wê nehiştin em li cem wî bimînin.

Ji ber ku di hindirê nexweşxaneyê de, pir nexweşiyên bi nexweşiya veyrûsa korona lê hebû”.

Her wiha Mamoste Masûd Elî anî ziman û got: “Lê mixabin bavê wî ji me re got roja şemiyê di 1.8.2020an de, sibeha rêveberiya nexweşxaneya Mêrdînê agahî dan me û gotin werin va kurê we Lewend çû ber dilovaniya XWEDÊ, lê di derbarê sedema mirna wî de, gelek nûçeyên cûda derketin û li ser rûpelên ragihandina civakî hatin weşandin.

Hin nûçe diyarkirin sedema mirna mamosta Lewend ji veyrûsa korona bû û hin nûçeyên din diyarkirin sedema mirna wî bi felça mejî ye”.
Her wiha mamoste Mesûd Elî anî ziman û got:”Em di derbarê sedema mîrna mamoste Lewend de, Em tekez dikin ku sedema sereke felça mejî ye, lê dema binaxkirina wî tîmekî tenduristiyê bi binaxkirina wî rabû û ne hiştin kesek nêzîkî wî bibe, ji bo parastinê ji veyrûsa korona, ji ber vê yekê nûçeyên cûda derketin”.

Her wiha Mamoste Masûd Elî di dawiya gotina xwe de spasiya nûçegihanê me kir li ser serdana wî ji bo xwestina sersaxiyê ji malbatê re.


Ragihandina ENKSê
Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.