المجلس الوطني الكوردي في سوريا

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

0 152

Di roja Duşemê 21ê avdarê sala 2022an de, cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji aliyê encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarên wê ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bi ser ENKSê ve, li qefa gundê Sêbîrka hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna hejmarek pir ji cemawerê kurd ji hemû aliyên siyasî û civakî bi taybet yên herêma bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê.

Herwiha hemû beşdar hatin bixêrhatin ji aliyê mamoste Nîzamedîn Elîko û

Piştre pirogiramê Cejna Newrozê di destpêkê de,kêlîkek bêdenge li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir bi sirûda Ey Reqîb rawestiyan.

Herwiha gotina emîndariya giştî ya ENKSê ji aliyê serokê xwecihiyê mamoste Umer Emo ve, hat xwendin.

Pîştre helbest û sitran hatin pêşkêş kirin.

Di dawiyê de,cemawerê beşdar cejn bi dîlana Kurmancî ya kîkî ya resen bi kêf û xweşî bidawîkirin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.