المجلس الوطني الكوردي في سوريا

14EMÎN SALVEGERA ŞÊX MAŞÛQÊ XEZNEWÎ, LI BAJARÊ QAMIŞLO HAT VEJANDIN JI ALIYÊ PARTIYA YEKÎTÎ KURDISTANÎ-SÛRIYA

0 67

1ê hizêranê sala 2005an,rojek navnîşan e ji ber ku di wê rojê de,xemgîniyek pir bi ser gelê kurdên Kurdistana Sûriya de hatibû, ji ber ku di wê rojê de Şêx Mihemed Maşûq Elxeznewî reşekujbû ji aliyê rêjîma Sûriye ya faşist.

Di heman demê de wek tê zanîn di 10ê gulanê sala 2005an de,Şêx Maşûq hatibû revandin ji paytexta Sûriye ji Şamê ji hêla rêjîma Sûriye,û rastî Eşkenceyê hate kirin , ta pakrewan ket.

rêjîma Sûriya di heman demê de dixwest gelaciyê di navbera pêkhatiyên Kurd û Erbean çêke,bi taybet piştî Serhildana 12ê avdarê sala 2004an.

Lewra rêjîma Sûriye şanoyek li gorî xwe pêşkêş kir lê bi ser neket.

Termê Şêx Xeznewî li parêzgeha Dêrazorê xistin bin axê ta gelaciyek mezin di navbera pêkhatiyên Kurd û Erbeb de çêke, Lê ji ber zexta kolana Kurdî rêjîma Sûriye di 1ê pûşberê (hizêranê ) sala 2005an de termê Şêx Maşûq radestî gelê Kurd kirin û ku hatiye kuştin ji aliyê nenasan.

Bi hezar an gelê kurd pêşwaziya Şêxê pakrewana kirin,Her sal gelê kurd vê rojê vedijînin.

Ji ber vê yekê di roja şemiyê 1ê hizêranê sala 2019an de, bi vexwendinek giştî ji aliyê partiya Yekîtî Kurdistanî- Sûriya

li bajarê Qamişlo li goristana Qedûrbek hat vejandin, Herwiha nûnerên partiyên siyasî yên ENKSê  û kesayetên serbixwe,saziyên civaka sivîl,rêxistinên ciwanan û jinan jî beşdar bûn di vê bîranînê de.
Herwiha di destpêkê de xulekek bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet li ser giyanê pakrewan Şêxê pakrewana Şêx Mihemed Maşûq Elxeznewî û sirûda EY Reqîb hate xwendin .
Piştre bi xêr hatina beşdar bû ji aliyê partiya Yekîtî  hate kirin , û gotin ji layê sekretêrê partiyê mamoste Silêman Oso hate xwendin , Herwiha Oso di gotina xwe de  rol û helwesta Pakrewan Şêx Maşûq diyar kir ji aliyê nêzîkbûna wî bi mafê gelê wî yê kurd re ,

herwiha Oso kesayeta Şêx Maşûq ji aliyê bandorbûna wî li ser kolana Kurdî diyar kir bi taybet di serhildana Qamişlo sala 2004an.


Piştre gotina malbata pakrewan Şêx Maşûq hat xwendina ji aliyê birêz Ebdusemed Umer, têde ,spasiyê hemû beşdarbûyan  kir û bi taybet spasiya partiya Yekîtî Kurdistanî kir li ser vê vejandina bi nirx , Herwiha hin helbest jî hatin xwendin.
Di dawî de Gurzên gulan hat danîn li ser gora Şêxê pakrewana Şêx Mihemed Maşûq Elxeznewî,ji aliyê sekretêrê partiya Yekîtî Kurdistanî mamoste Silêman Oso û endama desteya serokatiya ENKSê,Xanim Fesla Yûsif.

M.ELÎ Fetah

Ragihandina ENKSê li Qamişlo

Leave A Reply

Your email address will not be published.