المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA OFÎSA PÊWENDIYÊN DERVE Û DIBLOMASÎ YA ENIYA AŞTÎ Û AZADÎ BI WEZARETA DERVE YA KENEDÎ RE .

0 65

Di roja çarşemê 21ê Nîsanê sala 2021ê de,
Ofîsa pêwendiyên derve û diblomasî ya Eniya Aştî û Azadî, civatek bi wezareta derve ya Keneda re li ser riya bernameya Zoom lidarxistin.

Herwiha nûnerên wezareta derve ya Kenedî berpirsê doseya Sûriya birêz Girîgorî Galîgan û birêz Emîr Ferîd yê berpirsiyarê di derbarê karûbarê Rojhilata navîn de, pêkdihat.

Herwiha ji aliyê ofîsa pêwendiyên derve û diblomasî ya Eniya Aştî û Azadî yên beşdar bibûn :
M.Hewas Egîd Hevrêzê Ofîsê.
M.Siyamend Haco endamê ofîsê.
M.Corc Goriyê endamê ofîsê.
M.Wasif Elzab endamê ofîsê.

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de,mamoste Hewas Egîd Hevrêzê Ofîsa Eniya Aştî û Azadî,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di destpêka hevdîtinê de,me wek ofîsê spasiya hikûmeta Kenedî kir, li ser hemû alîkariyên ku bo gelê Sûriya pêşkêş kirine û pêşkêş dikin, û li ser tevlîbûna wan ji bo operasiyona darizandina ango cezakirina kesên tewanbar li Sûriya, li gel hikûmeta Hollandî.

Herweha di hevdîtinê de, rewşa giştî ya siyasî û piştgiriya pêvajoya siyasî ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî gotûbêj kirin”.

Herwiha Egîd got jî:

“Di hevdîtinê de nerîna siyasî ya Eniya Aştî û Azadî, hate gotûbêjkirin.
Û di derbarê wê de,ji aliyê Kenedî ve, nerîna siyasî ya Eniyê bi awayekî bilind nirxandin, û ew kêrhatî dîtin ku bibe bingehek, ji bo avakirina Sûriya pêşerojê, û tekezî li ser piştgiriya mafên hemû pêkhateyên Sûriya kirin.

Herweha Herdu aliyan, tekezî li ser girîngiya danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de, û pêwîstiya serkeftina wê kirin, ji ber girîngiya wê di dabînkirina aramiya herêmê de heye, û ew wek beşekî ji pêvajoya siyasî û çareseriya giştbûn li Sûriyê ye.

Herwiha di hevdîtinê de,herdu aliyan erêkirin, li ser hevahengî û têkiliyan di navbera Eniya Aştî û Azadî û hikûmeta Kenedî de, û piştgiriya Keneda ya siyasî ji Eniyê re bê kirin”.

Herweha Egîd anî ziman û got:

” Di hevdîtinê de, bi awayekî berfire, kêşeya guhertina dîmigrafî,hat gengeşekirin û di derbarê wê de,herdu aliyan hemû cûreyên guhertina dîmigrafî yên li Sûriya tên bi kar anîn red kirin (nepijirandin).

Herweha tekezî li ser girîngiya piştgiriya di warê hewarçûnê û mirovahî de, ji bo gelê Sûrî hat kirin,nemaze li herêmên bakur û bakurê rojhilatê Sûriya,nemaze di dema rûbirûbûna dijî veyrûsa Korona( Covîd-19 )de, û bi taybetî pêwistiya,dabînkirina vaksînê ji bo herêmê û piştgirî li ser asta tenduristî”.

Di dawiya axaftina xwe de,mamoste Hewas Egîd anî ziman û got:”

Ofîsa Pêwendiyên derve û diblomasî ya Eniya Aştî û Azadî, wê berdewam be,di hevdîtinan de,bi welatan re û aliyên ku xwedî bandor bin di doseya Sûriya de,ji bo şirovekirina nerîna Eniyê, ya siyasî bigihîne wan, ji bo çareseriya siyasî li Sûriya”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.