المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Kewirgoskê ya PDK-S ê Serdana Gora Pakrewan “Remezan Fêsel Hisê ” kir bi boneya Salvegera 6emîn li ser Şehîdbûnê ..

0 76

Diho  roja çarşemê “21”ê,Nîsana 2021an, bi boneya salvegera 6emîn li ser Şehîdbûna pêşmerge “Remezan Fêsel Hisî ” şandek ji rêxistina Kewirgoskê ya PDK-S ê, û malbat û kesûkarên şehîd serdana gora wî kirin li kampa Kewirgoskê û fatîha li ser giyanê wî hat xwendin.

Û piştre gotina PDK-S ê ji aliyê endamê komîta herêmî ya PDK-S ê M” Eswed Hacî” ve hate pêşkêş kirin û têde rola pêşmerge yê ku canê xwe ji bo parastina maf û milet û sînorê xaka kurdistanê ji dijminan  parast , anî ziman.

Û herwiha gotina malbatê ji aliyê Bavê şehîd pêşmerge “Fêsel Hisî” ve hat xwendin.

Û hêjaya were gotin ku şehîd “Fêsel Hisî ” ji dayîkbûna sala “1996”an, li gundê “Xirab Bajar ” yê bi ser navçeya ÇilAxa ve, û di sala “2013” li gel malbata xwe koçber bûn û li kampa Kewirgoskê ya paneberên Kurdistana sûriyê li Herêma kurdistanê niştecîbûn.

Û şehîd ” Remezan Hisî ” di nava refên pêşmerge yên leşkerê Roj cihê xwe digirt û di encama şerê dijwar di navbera pêşmerge û rêxistinên terorîst canê xwe ji dest da û kir qurbanî ji bo parastina sînorê xaka kurdistanê di 21ê Nîsana 2015 an, li devera Deşta Elmalih li gundê Herdan.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo…. Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.