المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI SER DAXWAZA CÎGIRÊ ŞANDERÊ EMRÎKÎ HEVDÎTINEK BI ENKSÊ RE HAT LI DARXISTIN..

0 75

Di roja yekşemê 25.4.2021ê de,li ser daxwaza Cîgirê Şanderê Emrîkî Dêvêd Birawniştayîn, yê di derbarê karûbarê bakurê Rojhilatê Sûriya de,hevdîtinek bi ENKSê re li darxist.

Herwiha di hevdîtinê de, Cîgirê şanderê Emrîkî encamên gera xweyî li herêma Kurdistana başûr şirovekir û bi awayekî erênî nirxand.

Û diyarkir li ser piştgirtiya rêberiya wî, ji bo yekrêziya yekhelwesta Kurdî, û tekez kir li ser giringiya rakirina estengiyên tên kirin û vegerandina danûsitendinan di navbera ENKSê û PYNKê de.

Herwiha ENKSê jî,ji aliyê xwe ve,spasiya cenabê Cîgirê Şanderê Emrîkî kirin,li ser kar û helwestiya wî, ji bo serkeftina yekrêziya yekhelwesta Kurdî û hebûna aramiyê di vê herêmê de.

Herwiha Şanda ENKSê tekez kir ku danûsitendin divê li ser ragirtên xurt bên kirin ji bo ber bi serkeftinê de herin.

Herwiha Cîgirê Şanderê Emrîkî di derbarê vê yekê de,diyarkir li ser tîgehişt û hewes dariya wî û giringiya berdewamiya têkiliyan di dema bê de.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.