المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA OFÎSA PÊWENDIYÊN DERVE Û DIBLOMASÎ YA ENIYA AŞTÎ Û AZADÎ BI WEZARETA DERVE YA JAPONÊ RE …

0 93

Di roja çarşemê 5ê gulanê sala 2021ê de,
Ofîsa pêwendiyên derve û diblomasî ya Eniya Aştî û Azadî,hevdîtinek bi berpirsiyarî dosaya Sûrî birêz Kotaro di wezareta derve de ya Japonî re li ser riya bernameya Zoom lidarxistin.

Herwiha ji aliyê ofîsa pêwendiyên derve û diblomasî ya Eniya Aştî û Azadî yên beşdar bibûn :
M.Hewas Egîd Hevrêzê Ofîsê.
M.Siyamend Haco endamê ofîsê.
M.Corc Gewriyê endamê ofîsê.
M.Wasif Elzab endamê ofîsê.

Di derbarê naveroka vê hevdîtinê de,mamoste Hewas Egîd Hevrêzê Ofîsa Eniya Aştî û Azadî,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Di hevdîtinê de hin xalên serke hene em tim li ser disekinin,me nerîna siyasî ya Eniya Aştî û Azadî,da nasîn.

û piroje û nerîna siyasî ya Eniya Aştî û Azadî ji bo Sûriya pêşerojê hat şirove û gengeşekirin.

Herweha di hevdîtinê de,nerîna Eniyê ji bo çareseriya siyasî ya giştî ji bo Sûriya pêşerojê li gorî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî hat gotûbêj kirin.

Û di derbarê wê de,binpêkirin û estengiyên li hember vê biryarê derdikevin hatin zelalkirin”

Herwiha Egîd got jî:

” Em rawestiyan li ser rewşa herêmên Kurdî û hemû cûreyên guhertina dîmigrafî yên li deverên Sûrî tên bi kar anîn .
Herweha me tekezî li ser girîngiya danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de, û pêwîstiya serkeftina wê kirin,

ji ber girîngiya wê di dabînkirina aramiya herêmê de heye, û ew wek beşekî ji pêvajoya siyasî û çareseriya giştî li Sûriya .

Herweha Egîd anî ziman û got:

“Aliyê Japonî jî,tekezî kir li ser giringiya pir netewan di nava Eniya Aştî û Azadî de,û li ser nerîna wê ya siyasî ji bo çareseriya siyasî li Sûrî bi giştî,

bi avakirinek Sûriyeke ne navendî û baweriya wê bi olên cûda ta bibe bingehek ji bo çareseriya siyasî li Sûrî li gorî biryara 2254 ta hemû pêkhatiyên di nava Sûrî de bi mafên xwe yê rewa şad bibin.

Di derbarê wê de,her du aliyan tekezî li ser, ku divê hemû hilbijartinên bên kirin di bin çavdêriya civaka navdewletî de be ta rewa bin û li gorî biryara civaka navdewletî 2254 bin  , ji ber ku ne di bin çavdêriya civaka navdewletî de bin wê ne rewa bin “.

Herweha tekezî li ser girîngiya piştgiriya di warê hewarçûnê û mirovahî de, ji bo gelê Sûrî hat kirin,bi taybet îsal saleke hişk  û kêm baran  bi ser xelkên Sûrî de hatiye ji ber ku baran pir kêm bû û debara xelkê bêtir li ser çandiniyê ye ,û di dema rûbirûbûna veyrûsa Korona( Covîd-19 )de, û bi taybetî pêwistiya,dabînkirina vaksînên pêwîstî ji bo herêmê û piştgirî li ser asta tenduristî”.

Di dawiya axaftina xwe de,mamoste Hewas Egîd anî ziman û got:”

Ofîsa Pêwendiyên derve û diblomasî ya Eniya Aştî û Azadî, wê berdewam be,di hevdîtinan de,bi welatan re û aliyên ku xwedî bandor bin di doseya Sûriya de,ji bo şirovekirina nerîna Eniyê, ya siyasî bigihînin wan, ji bo çareseriya siyasî li Sûriya “.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.