المجلس الوطني الكوردي في سوريا

KIRÎN Û FIROTINA AJALAN PIR ERZANBÛYE LÊ GOŞT LI CEM GOŞTFIROŞAN HÎN BI NIRXÊN BIHA TÊ FIROTIN.

0 74

Li gorî agahiyan, zeviyên herêmên Kurdistana Sûrî, bêtir bejî ye, çandinî li ser Baranê ye ,

Lê îsal baran pir kêmbû û hemû zeviyên bejayî çandiniyên wan pir lawaz in  û nayên çinîn.

Û ji destpêka heyva nîsanê de,xelkê zeviyên xwe difroşin xwediyê ajalên giyaxur.

Ji ber vê yekê,xelkên herêmê ketine metirsiyê û bi taybet xwediyên ajalên giyaxur.

Di derbarê vê yekê de,welatiyekî ji gundewarê bajarê Dirbêsiyê,xwediyê ajalên giyaxur,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Bi rastî îsal salek pir zahmet bi ser me de hatiye,ji niha de em ketine heyra êmê sewalên(Heywan,Dewar,Ajal) xwe.Em ji niha de zeviyên ku nayên çinîn em dolimê zêdeyî 20 hezarên perê Sûrî dikirin”.

Herwiha welatî got jî:

“kirîn û firotina ajalan pir lawaz bûye min berî hevtiyekê şeş mihên bi şîr di zik hev de,bi 125000 hezarên Sûrî firot in bi giştî 750000 hezarên Sûrî kirin.

lê heke wek destpêka salê baya wê ev mihên min nêzîkî 6000000 milyon perê Sûrî bihata firotin”.

Ji aliyekî din jî,welatîk bi navê bavê Ehmed, ji bajarê Dirbêsiyê, ji malpera me re axivî û anî ziman:
“Berxê îsal li bazarên pez,bi 100000 hezarê Sûrî tê kirîn û firotin.

Lê hîn goşt li cem Goştfiroşan wek berê bi nirxên biha tê firotin,zêdeyî 16000 hezarê Sûrî tê firotin,Ji ber ku ti çavdêrî tineye..

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.