المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA DI NAVBERA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKS BI SEROKÊ DEZGEHA XÊRXWAZIYA BARZANÎ BCF RE.

0 79

Di roja Yekşemê 17.4.20221, an de şandeke Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) hevdîtinek li gel :

– Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

-Farzîn Pakzade, Şêwirmendê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî – Staw Aso, Berpirsê Ofîsa Hewlêr ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

– Azad Mehmûd Rêveberê ofîsa serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî

– Karzan Nûrî Berpirsê Bernameyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî.Li darxist.

Wek tê zanîn piştî lidarxistina çend civînan bi saziyên hikûmetê re, ji bo şopandina rewşa penaberên Kurdên Sûriyê li Herêma Kurdistanê ji nêzîk ve, û guhdarîkirina pêşniyar û daxwazên wan, qebûlkirina wan û pêşkêşkirina wan ji bo rayedarên pêwendîdar, ji bo pêşxistina çareseriyan ji wan re û sivikkirina êşan li ser penaberên Sûrî.

Di hevdîtinê de, bal hat kişandin ser pirsgirêk û pirsgirêkên penaberên li kampan di warê perwerde, tenduristî, xizmetguzarî, xwarin û werzîşê de û ji bo hêsankirina prosedurên têkildarî mijarên penaberan ji aliyê şanda nûnertiyê ve pêşniyar hatin pêşkêşkirin.

Herwiha ji aliyê xwe ve jî, birêz Mûsa Ehmed bixêrhatina şanda nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê kir.Û tekez li ser giringiya hemahengî û pêşkêşkirina pêşinyaran

kir, û gelek kar ji bo xizmetkirina gelê me di kampan de, û dabînkirina hemû asankariyên ku êşên wan kêm bikin. Û amaje bi wê yekê kir ku ev penaberên kurdên sûrî gelê me ne û birayên me ne, ew li mala xwe ya duyemîn, li ser axa xwe û di nav malbatên xwe de ne û ne mêvan in.

Û tekez li ser şopandina pêşniyar û çavdêriyên şanda nûnertiyê hate kirin.

Herwiha Şanda nûnertiya ENKSê bi serokatiya birêz Dr. Kawa Azîzî serokê nûneratiyê û birêz: (Newaf Reşîd, Raman Mele, Wa’îl Umer, Ebdulezîz Welîka) endamên nûneratiyê.

Hêjayî gotinê ye ku nûneratiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê civînên berfereh pêk anîne, ji bo gihandina êş û azarên penaberên Kurd ji dezgehên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê re ji bo dîtina çareseriyên guncaw ji bo çareserkirina arîşeyên ku rûbirûyê wan bûne.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.