المجلس الوطني الكوردي في سوريا

BI BONEYA 12EMÎN TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ-SÛRIYA LI SER DESTPÊKIRINA WÊ AHINGEK PÊŞWAZÎKIRINÊ LIDARXIST.

0 69

Di roja şemiyê,16Nîsanê, Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê bi boneya duwazdemîn salvegera wê li baregeha xwe ya li bajarê Qamişlo ahingek pêşwazîkirinê lidarxist.

Herwiha gelek şandeyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û kesayetên civakî û çandî beşdarî wê bûn, pîrozbahî pêşkêş kirin.

Di derbarê vê yekê de,M.Kazim Xelîfê,endamê ofîsa cîbicîkar ya Tevgera Çakisaziya Kurd -Sûriya ji R.ENKSê ragihand û got:

“Em spasiyên xwe pêşkêşî hemû kesên ku bi amadebûn an jî bi rêya medyaya civakî beşdar bûne, ji bo vejandina vê boneyê, tekezî li ser beşdarên xwe yên netewî û Kurdistanî kirin û tekezî li ser şopandina bijardeya têkoşîna neteweya demokratîk a aştiyane, bihêzkirina rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî û yekîtiyê dikin”.

Herwiha Xelîfê, got:

“Helwêsta kurdan, û bikaranîna hemû îmkanan ji bo welatekî ku bi destûrî mafên hemû pêkhateyên xwe nas bike.Ereb-Kurd-Asûrî-Tirkmen…) bi sîstemeke nenavendî, piralî, demokratîk ku dawî li êşan bîne. yên Sûriyê û rê bide wan ku bibin şirîkên rastîn di çarenûsa welatê xwe de.”

Di dawiya axaftina xwe de,Xelîfê got:

“Hemû rêz û hurmet ji bo amadebûna ya bi rûmet û peyamên ku ruhê biratiyê îfade dikin û her sal bimînin di xêr û xweşiyê de”.

Wek tê zanîn Tevgera Çaksaziya Kurdî -Sûriya di 14ê Nîsana 2010’an de,hatiye damezirandin û dest bi kar û xebata xwe kir, di bin diruşma Çaksazî – Zelalmendî – Guhertin.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.