المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ: OFÎSA PDK-SÊ JI ALIYÊ CIWANÊN ŞOREŞGER HATE ŞEWITANDIN.

0 116

Li gorî zaniyariyan di şeva borî de 18.4.2022’an de, Ciwanên Şoreger ên bi ser PYDê ve, deriyê ofîsa PDK-Sê ya bajarê Dirbêsiyê şikenandine Û molotof avîtin ofîsê û agir pêxistin û hin alavên ofîsê hatin şewitandin, û piştre xelkên cîranê Ofîsê pê dihisin û bi lez agir vedimrînin, û nehiştin hemû alavên ofîsê bişewitin.

 

Hêjaye gotinê ku ev ne cara yekeme, ku ofîsên ENKSê û partiyên bi ser wê ve tên şewitandin ji aliyê Ciwanên Şoreşger ên bi ser PYDê ve.

 

Herwiha di heman demê de, serkirdên ENKSê radighandin ku HSDê dikin berpirsiyariya van kiryarên xerab.Ji ber ku ta niha bi erkê xwe yî rasteqîn e ranebûne li hember van binpêkirinên di derheqê endam û alîgirên ENKSê de,ji aliyê Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve.

Herwiha di derbarê danûstandinên Kurdî de, yên di navbera ENKSê û PYNKê de,radighandin ,ku hemû ev kiryarên di derheqê ENKSê de,tên kirin her car bi xurtir helwesta xwe diyar dikin li ser amedebûna ENKSê ji bo dest pêkirina diyaloka Kurdî -Kurdî.Ji ber ku Yekhelwesta Kurdî, em dibînin parastina berjewendiyên gelê kurd û hemû pêkhateyên herêmê di vê yekrêziyê de ye.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.