المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA GOTINA ŞANDERÊ EMERÎKÎ “WÎLYAM RÛBAK” DI DERBARÊ DAXUYANIYA HEVBEŞ YA DI NAVBERA ENKS Û PYNK DE .

0 81

Wek tê zanîn gelê Kurd ji destpêka kirîza Sûriye li hêviya gavnên bi nirx bûn û pêwîstiya wan bi yekrêzî û yekhelwesta kurdî li Kurdistana Sûriye hebû.

Wek tê nasîn bi serpirştiyariya Emerîkiyan  û piştevaniya herêma Kurdistana başûr ji bo yekhelwesta Kurdî li Sûriye di navbera herdu aliyên siyasî yên sereke(ENKSê û PYDê) li ser pêşxiriya Kak Mezlûm Ebdî rêveberê giştî yê HSDê hat bi kar anîn û di derbarê wê de ENKSê û PYNKê gihiştin bi derxistina daxuyaniyek hevbeş ji bo ragihandinê û nerîna giştî di derbarê qonaxa yekem de li bajarê Hesekê di 16.6.2020,an de.

Di derbarê vê daxuyaniya hevbeş de şanderê Emrîkî yê bakûr û rojhilatî Sûriye Wîlyam Rûbak gotinek anî ziman ev ew gotine .

:”Gelekî spas , Bi navê hikûmeta Wîlayetên yekbûyî ya Emerîkî  , ez dixwazim nirxandin li ser keda herdu aliyan yên ku li ser xebitîn ji bo karekî serkêş yê ku kirin  ji bo berdewamiya vê pêşketina ku hat bi destxistin ta niha”.

Herwiha şanderê Emrîkî Wîlyam Rûbak di axaftina xwe de diyarkir , ku Herdu alî gihiştin hin têgihiştinên birûsikdar ya ku ji rêkeftina Duhokê ya sala 2014,ku bibe nimûne  ji bo pêşketina bi pêş de”.

Herwiha şanderê Emrîkî diyarkir û anî ziman “:Em vê êvarê li virin ta em ahingiyê bi vê pêşketina giring bikin ya ku hatiye bi destxistin”.

“Herwiha niha pir kar li pêşiya me heye , Lê herdu alî yên ku xebitîn bi awayekî şehreza dikarîbûn nermayî û jîrbûnî  di derbarê riya ku kar li ser kirin , Û ev pêşketin bi destxistin ya ku sûda wê li civaka Kurdî bike di pêşerojê de” .

Herwiha Wîlyam Rûbak anî ziman û got:

“Di nerîna min de, li ser vî karî em dikarin bi danûsitendinên berfire siberojê rabin ta hemû pêkhatiyên din yên li bakûr û rojhilatî Sûriye tevlê bibin.

Herwiha Ez spasiya cinêral Mezlûm dikim li ser destpêşxiriya wî ya Navxweyî ji bo yekrêziya kurdî û spasiya Barzaniyan jî dikim,cenabê Masûd Barzanî û serok Nîçirvan Barzanî li ser karên wan û piştevaniya wan bi hêz ji bo destkeftina yekrêziya Kurdî ,
Spas”.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.