المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rêxistina Jinê Semînarek li Qamişlo lidarxist ..

0 69

Îro roja pêncşemê” 18″, pûşbera” 2020 ” an Rêxistina jinê ya PDK-s ê ya rojhilatî Qamişlo , semînarek rêxistinî û siyasî li darxist.

û ev yek bi amadebûna M,”Hesen Remzî ” endamê komîta navendî û berpirsê rêxistina rojhilatî Qamişlo yê PDKS ê ,
Û herwiha M,” Lava Delî ” endama komîta Herêmî û berpirsa rêxistina jinê ya rojhilatî Qamişlo, Û bi hazirbûna piraniya endamên şaxan û xwecihiyên herêmê.

Û herwiha di destpêkê de M,”Lava Delî ” berpirsa rêxistina jinê bixêr hatina endaman kir û piştre xuleke bê deng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

Û herwiha M,”Hesen Remzî”, di derbarê asta siyasî de baş rawestiya û têde behsa bûyer û pêşahteyên dawî yên siyasî li sûriyê û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana sûriyê kir.

Û herwiha ji rexekî dî ve M,”Remzî” bi ferehî li ser hevdîtin û lihevkirina di navbera herdû aliyên kurdî kir , di navbera  Encûmena niştîmanî ENKS ê û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî kurdî ji bo Yekîtiyê û yekrêziyê  û yek helwesta kurdî de, û rola serok Mesûd Barzanî û serokê Herêma kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ser piştgiriya wan ji bo doseya gelê kurd li kurdistana sûriyê axifî.

Û herwiha axifî ser rewşa ku milet li kurdistana sûriyê de derbas dibe di vê qonaxa hestiya de,  taybetî li Efrînê û Girê Sipî û Serê Kaniyê û binpêkirinên ku li Der heqê wan de tê kirin.

Û di dawiyê de hemû endaman pêşinyar û pirsên xwe dana xuyakirin ji bo pêşketina karê Partî di kurdistana sûriyê.

Ragihandina ENKS ê
Qamişlo… Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.