المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER ENKSÊ VE.

0 67

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja çarşemê 1.12.2021ê de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistan û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan, û piştre serokê xwecihiyê M.Ebdela Ahmed, bi xêrhatina hemû endaman kir.

Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî hat xwendin û hemû endam hatin agahdarkirin bi biryarên nû .

 

Herwiha serokê xwecihiyê rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser rewşa kurdî -kurdî, û bi awayekî berfireh civat rawestiya li ser rewşa herêmê û geşedanên dawî ji aliyê navdewletî û herêmî.

Herwiha xwecihiyê, bi tundî kef û binpêkirinên di derheqê malbatên pêşmergên Roj de, li Kurdistana Sûrî ji aliyê Istixbaratê bi ser PYDê ve şermezar kirin.

Û civat bi awayekî berfire revandina zarokên temen biçûk ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreş ên bi ser PYDê ve,gengeşe kirin û bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ev kiryarên xerab dikevin xizmeta dijminên Kurdan.Û dijî yekhelwest û yekrêziya kurdî ye.

 

Û hemû binpêkirinên li herêmên Kurdî (Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê) di derheqên xelkên resen ji aliyê komên çekdar yên bi ser Tirkiya ve, şermezar kirin.

Herwiha di dawiya civatê de,hemû endamên xwecihiyê hatin spaskirin ji aliyê serokatiya xwecihiyê ve,li ser liv û teveger û xebata wan.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.