المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA DI NAVBERA ŞANDEK JI HDKSÊ Û YNKSÊ..

0 109

Di roja Duşemê 27/12/2021ê de, şandek ji Hêzên Demokrat ên Kurdî li Sûriya serdana Navenda Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya li bajarê Qamişlo kir,

û şand ji endamên ofîsa cîbicîkar .M.Nesir Îbrahîm, D.Selah Remo û M.Nesir Remo endamê emîndariya gîştî pêk dihat.

Û şand hat pêşwazîkirin, ji aliyê
M.Luqman Yûsif serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya û cîgirê serok M.Nayif Cebiro Û M.Ebdelsemed Mahmûd endamê ofîsa cîbicîkar ve.

Di vê hevdîtinê de,Her du aliyan rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî gotûbêj kirin.

Herwiha her du aliyan behsa diyaloga Kurdî û Kurdî hate kirin û her du alî li ser awayên piştgirî û domandina Encûmena Niştimanî ya Kurdî û pêşxistina rola wê li ser asta giştî û taybet de danustandina bîr û ramanan kirin.

Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî û berdewamiya hevdîtinên bi vî rengî kirin.

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.