المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA GIRIKÊ LEGÊ YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 59

Encûmena Xwecihî ya Girikê Legê ya bi ser ENKSê ve, di roja çarşemê 3.11.2021ê de, li Girikê Legê li ofîsa PDK-Sê civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

 

Piştî gengeşekirina rewşa rêxistinî ,xwecihiyê rewşa siyasî geşedanên dawîn ên siyasî li ser qada Sûriyê û Kurdî gotûbêj kirin.

Herwiha xwecihî li ser salvegera dehemîn ya damezirandina ENKSê, ku di 26ê heyva 10 an de, ahing bo wê hatibû lidarxistin gengeşe kirin, û civatê partiya Dîmiqratî Kurdistanî pîrozbahî kir li ser serkeftina wê di hilbijartinên parlemanê Iraqê de.

Û xwecihiyê bi awayekî berfireh behsa serdana vê dawiyê ya şandeya ENKSê li gel opozisyona sûrî bo NewYorkê kir, û hevdîtinên ku wan bi nûnerên gelek welatan re kirin, di nav wan de Ewropî, herêmî û Erebî, û hevdîtinên wan bi berpirsiyarên Amerîkiyan re, û civat rawestiya li ser gera şeşan ya Cinêvê ji bo gengeşekirina Destûrê, û civat rawestiya li ser hevdîtina ENKSê bi cîgirê wezîrê derve ya Rûsiya re.

Li hêleke din, endaman gefên Tirkiyê yên vê dawiyê, red kirin û nepejirandin.

 

Herwiha civatê di derbarê rewşa kurdî de, tekezî kirin li ser giringiya yekhelwest û yekrêziya Kurdî..

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.