المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Endamên PDK-Sê ji zindanê PYD’ê serbest hatin berdan

0 62

di ” 17″ê, Tîrmeha” 2021″an, hejmarek ji endamên partiya  Demokrata Kurdistan- Sûriya  hatibûn  girtin…

 

Û îro roja şamiyê “6” ê, mijdara 2021″an, endamê desteya rewêjkarî ya bi ser PDK-S ê û serokê berê ya xwecihiya kornîş ya bi ser ENKSê ve , M, “Mihemed Ayo “, û endamê komîteya Herêmî M, Mihemed Salih” û herwiha rojnamevan ” Berzan Hisên ”  ji zindanê de serbest hatin berdan …

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku di roja şemiyê “17”ê Tîrmeha ” 2021″ an, ji aliyê Asaîşa bi ser PYDê ve, hejmarek ji endamên partiya Demokrata Kurdistan- Sûriyê  girtibûn û çarenivîsa wan ne diyar bû û îro roja şemiyê 6 ê mijdarê de serbest hatin berdan…

 

Û herwiha tê zanîn ku heta niha jî hin endam û alîgirên partî girtîne û çarenivîsa wan ne diyar e …

 

Û herwiha ev ne cara yekem e ku kesayetên siyasî û rojnamevan û çalakvanên kurd li Kurdistana Sûriyê ku kiryarên xirab ji kuştin û revandin û îşkenceyê derheqê wan de têne kirin….

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.