المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK-Sê salvegera 25emîn a koçkirina her du Xebatkarên kurd ” Kemal Derwîş û Şêxmûs Yûsif ” bi bîr anî.

0 63

Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya, duh roja çarşemê 3ê mijdara 2021″an, salvegera 25emîn ya koçbarkirina her du Xebatkarên kurd ” Kemal Ehmed Derwîş” û Şêxmûs Yûsif ” bi bîr anîn bi serdana gora wan li goristana ” Qidûrbek ” li bajarê Qamişlo ..

 

Û ev yek bi beşdarbûna serkirdayet û endam û Alîgirên Partî û encûmena niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîl…

 

Û di destpêkê de xuleke bê deng rawestiyan ser giyanê her du pakrewanên kurd û hemû pakrewanên kurd û Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir …

 

Û piştre bi boneya salvegera 25emîn ser koçbarkirina her du Xebatkarên kurd M, ” Mihemed Ismaîl ” endamê ofîsa Siyasî ya PDK-Sê ; gotinek pêşkêş kir û têde kar û têkoşîn û xebata her du pakrewanan anî ziman…

 

Û herwiha tê zanîn ku her du Xebatkarên kurd “Kemal Ehmed Derwîş ” Emîndarê giştî yê berê ya partiya Demokrata kurd li Sûriyê Elpartî  , û herwiha xebatkar “Şêxmûs Yûsif “, endamê ofîsa Siyasî ya partiya Çep ,

kesayetên xebatkar têkoşer bûn bi netewayî û niştîmanperweriya xwe di hatin naskirin û bi kar û xebata xwe dikirin ji bo doza Azadiya mafê gelê kurd li Kurdistana Sûriyê ku bigihêje mafê xwe yê rewa .

 

Û herwiha hêjayê gotinê ku her du têkoşerên kurd xwedan roleke taybet bûn di tevgera siyasî û kurdî de , karê wan di ber xizmet û berjewendiya gelê kurd herdem berdewam bû .

 

Û herwiha tê zanîn ku di roja “3 “mijdara sala” 1996 “an , her du Xebatkar çûbûn Hesekê ji bo Karekî û xebatekê ji Gelê kurd re bikin lê ew rastî bûyereke tirafîkê bûn li ser rêya Hesekê, û di encama vê bûyerê de Jiyana xwe ji dest dan û bi merasîmeke geş ji aliyê milet û partiyên siyasî ve li goristana ( Qidûr bek), li Qamişlo bi axê hatin spartin.

 

Ragihandina ENKS ê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.