المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA GIRIKÊ LEGÊ YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 57

Encûmena Xwecihî ya Girikê Legê ya bi ser ENKSê ve, di roja Çarşemê 4.5.2022an de, li Girikê Legê li ofîsa xwe civîna xwe ya asayî lidarxist.

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

Di civînê de, amadebûyan rewşa siyasî ya giştî ya Sûriyê, şerê Rûsiya li ser Ukraynayê û bandora vê qeyranê li ser rastiya giştî ya cîhanê û rewşa Sûriyê bi taybetî gotûbêj kirin.

Herwiha dawî pêşhatên siyasî yên li ser qada herêmî, ji şewitandina ofîsên Encûmena Niştimanî û partiyên wê ji aliyê PYDê ve , û rewşa jiyanê li herêmê, gotûbêj kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.