المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA TIRBESPIYÊ YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 61

Encûmena Xwecihî ya Tirbespiyê ya bi ser ENKSê ve, di roja Sêşemê 3.5.2022an de, li Tirbespiyê li ofîsa xwe civîna xwe ya asayî lidarxist.

Civîn bi kêlîkek bêdeng rêzgirtinê ji bo giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de, Barzanîyê nemir dest pê kir, û piştre li ser lîsta kar rawestiyan.

Piştre amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin,û raporên şaxan hate nîqaşkirin.

Herwiha di civînê de, rewşa siyasî li herêmê û cîhanê bi giştî û rewşa kurdî bi taybetî, şewitandina ofîsên Encûmenê û partiyên wê ji aliyê çekdarên PYDê ve, û helwesta Encûmenê li ser bûyerên niha hatin gotûbêjkirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.