المجلس الوطني الكوردي في سوريا

TEVÎ ÊŞ Û DERDAN XELKÊN DIRBÊSIYÊ Û GUNDEWARÊ WÊ CEJNA REMEZANÊ VEJANDIN.

0 65

Di roja Duşemê 2.5.2022an de, roja yekem a cejna Remezanê li seranserî Sûriyê hat ragihandin , û di derbarê vê yekê de, xelkên bajarê Dirbêsiyê li Kurdistana Sûrî bi kêfxweşî û şahî û bi pîrozbahî pêşwaziya cejnê kirin

Wek tê zanîn hersal di roja cejnê de serê sibê xek berê xwe didin mizgeftan ku nimêja cejnê dikin, û piştre seradana goristanan dikin û Fatîhê li ser gorê wan dixwînin.Û her malbatek li miriyên xwe digrîn.

Herwiha zarok jî li kolanan digerin û  diçin mal bi mal û bang dikin siba we bi xêr cejna we pîroz be ), û cejn bi coş û geş dibe bi kêfxweşiya zarokan.

Di derbarê vê yekê de,welatiyek bi navê Ibrahîm bavê Ahmed,ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Wek hûn dizanin,tevî êş û derdên xelkên Kurdistana Sûrî,ji destpêka kirîza Sûrî,lê xelkên herêmê li gorî wan êşan hemû cejnên xwe vedijînin”.

Herwiha Ibrahîm got jî:

“Wek berê hîn serê sibeha xelk berê xwe didin goristanan û zarok mal bi mal digerin û li şekirê cejnê digerin.Û dost û xizmên hev derin cem hev û cejna hev pîrozbahî dikin.Û ji aliyekî din ve,xizim û dost li cem malbatên ku azayî li cem wan hebin kom dibin û hevxemiya xwe bi hev re diyar dikin”.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.