المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ENCÛMENA PAKREWAN NISREDÎN BERHIK YA ASAYÎ. 

0 65

Di roja çarşemê 2.2.2022an de, encûmena xwecihî ya pakrewan Nisredîn Berhik ya bajarê Çilaxa -Aliya ya bi ser ENKSê ve, li ofîsa xwecihiyê, civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Di destpêkê de xulekek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û di pêşî de li ser giyanê Barzaniyê nemir rawestiyan .

 

Piştî wê, civîn li ser rewşa rêxistinî ya xwecihiyê sekinî, ku rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encûmenên Xwecihî hatî wergirtin hate nîqaş kirin û xwendin, ji bilî raporên ku ji şaxan hatine wergirtin, û pêşniyar û çareseriyên guncan ji bo wan hatin pêşxistin .

Herwiha xwecihî rawestiya li ser hemû bûyerên herî dawî yên siyasî û bi taybet li ser bûyera zindana Xiwêran li Hesekê ya ku piştî êrîşkirina rêxistina DAIŞê ya teror di 20.1.2022an de.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah û Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.