المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA ŞAXÊN XWECIHIYA DIRBÊSIYÊ YA ASAYÎ

0 70

Di roja Şemiyê 12.3.2022an de, encûmena xwecihî ya pakrewan Ciwan Elqutna ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve, civîna xwe ya asayî ya şaxên bi ser wê ve lidarxist,û mijarên giring bi hev re gengeşekirin.

Herwiha rewşa rêxistinî hat gengeşekirin û tekezî li ser firebûna şaxê bajar û gundan hat kirin .

Û civat bi awayekî berfire li ser rewşa rêxistinî rawestiya, di derbarê pêşketina xwecihiyê de û bi pêkanîna wê di nava cemawer de, û tekez kir li ser Pabendîbûn û beşdarbûna civatan, bi taybet beşdarbûna hemû çalakiyan.

Herwiha, serokê xwecihiyê M.Umer Emo, rawestiya li ser hemû bûyerên siyasî yên nû li ser qada Sûriya bi giştî û li ser qada Kurdistana Sûriyê bi taybet û şerê Rûsiya û Okraniya û bandora wê li ser cîhanê..

Herwiha civat bi awayekî berfireh rawestiya li ser çalakiyên heyva Avdarê.

Herwiha Emo, bi awayekî berfireh rawestiya li ser danûsitendinên Kurdî yên di navbera ENKSê û PYNKê de û di derbarê wê de, tekezî li ser giringiya berdewamiya van danûsitendinan û serkeftina wan hat daxwazkirin û li ser amadekariyên ENKSê jî ku dîsa danûsitandin dest pê bike bi dabînkirina Emrîkan û fermandarê HSDê hat xuyakirin.

Herwiha, Civat rawestiya li ser rewşa herêmên Kurdî (Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Spî) yên di bin kontirola Tirkiya û komên Çekdar de yên bi ser wê ve, û binpêkirinên di derheqê xelkên resen ve rûdide ji aliyê Tirkiya û komên Çekdar yên bi ser wê ve wekî (kuştin, revandin, talankirin, şewitandin û koçberkirin …hwd).Û gefên Tirkiya ji her demekê bi êrîşkirina li ser deverên kurdî.

Herwiha civat rawestiya li ser rewşa aborî û estengiyên jiyanê di vê qonaxa hestiyar de, ya ku gelê me têde derbas dibe, bihabûna nirxê dolar û bilindbûna nirxê hemû  pêdiviyên jiyanê.

Herwiha, hemû mijarên giring ,ji aliyê hemû endamên beşdar hatin şirove û gengeşekirin bi awayekî zelalmendî.

Ragihandina ENKSê

Raport: Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.